NÛ BÛ

Li Qûdsê êrîşa çekdarî: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn

Li taxa Ramotê ya Qûdsê di êrîşeke çekdarî de ya li hemberî otobusekê hate kirin, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 11 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa 6 ji birîndaran giran e.

Bûyer sibeha Duşemê li xaçerêya kolana Yîgal Yadînê qewimî û 2 êrîşkaran li otobusê reşandin.

Tîmên tenduristiyê yên Magen David Adom (MDA) diyar kirin ku di êrîşê de 4 mêr mirin ku 3 ji wan derdora 30 salî, jin û mêrek ên derdora 50 salî bû.

Hate ragihandin ku 6 ji birîndarên rewşa wan giran rakirin nexweşxaneyê, yên ji ber parçeyên camê birîndar bûn jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.

Li gorî şahihan, di dema êrîşê de êrîşkar ketin hundirê otobusekê, xwe weke wezîfedarên ewlekariyê dan naskirin û gule reşandin.

Polîsan diyar kirin ku êrîşkar hatine bêbandorkirin û hêzeke zêde ya ewlekariyê ji herêmê re hatiye veguhestin. Rêyên ber bi herêmê ve hatin girtin.